Serokwezîr Barzanî: Em bêferq û cudahî li hemû penaberan dinêrin

16-12-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku Herêma Kurdistanê bêyî ku ferq û cudahiyê bike, pêşwaziya hemû penaberan kiriye û çi ji destê wê hatiye ji wan re kiriye.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê pêşwaziya Patrîkê Kildaniyên Iraq û Cîhanê Patrîk Mar Luîs Rafael kir.

Li gorî malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de Patrîk Mar Luîs spasiya Herêma Kurdistanê kir ji ber pêşwazîkirin û hewandina penaberên filleh û ragihand, her çiqas penaberî zehmet e lê penaber xwe xerîb nabînin û li Herêma Kurdistanê li nav mirovên xwe de ne.

Patrîk Rafael hêviya xwe ji wê yekê jî anî ziman ku hikûmeta Kurdistanê ji şiyanên penaberên mamosta, doktor, karmend û pispor sûd werbigire û derfeta kar ji bo wan çêbike da ku rewşa jiyana xwe baş bikin, her wiha alîkariya wan xwendekarên filleh bike ku ji ber rewşê neçar mane xwendina xwe bidin sekinandin.

Mezinê Kildaniyên Iraq û cîhanê her wiha anî ziman ku ew dê hemû hewlên xwe bide da ku rizamendiya dêrên katolîk li Vatîkan û cîhanê bidest bîne ji bo ku di xwedîkirina penaberan de alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin.

Patrîk Rafael her wiha got ku wî di hevdîtina xwe dawî de digel Papayê Vatîkanê behsa alîkariyên gel û hikûmeta Kurdistanê ji bo penaberên filleh û yên din kiriye û di vî warî de pesnê Kurdistanê daye.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî di civînê de diyar kir ku Herêma Kurdistanê heta niha bêferq û cudahî li hemû penaberan xwedî derketiye û çi ji destê wê hatiye, kiriye.

Barzanî her wiha spasiya Patrîkê Kildaniyan kir ku li ba Papa wêneyeke baş ji Kurdistanê kişandiye.

Hat zanîn ku Serokwezîr Barzanî ferman daye komîsyonek taybet ji bo lipeyçûn û çareserkirina arîşeyên penaberan were avakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst