Mûş - Trên li kamyonetê qelibî: Miriyek û birîndarek

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê trênê li kamyonetekê da kesek mir û kesek jî birîndar bû.

Li ser rêya navçeya Tetwanê ya Bedlîsê û parêzgeha Xarpêtê trêna rêwiyan li nêzikî gundê Elîzirûmê yê Mûşê li kamyonetekê da.

Li ser agahdarkirinê polîs, cendirme, tîmên AFADê, tîmên tenduristiyê, çûne cihê bûyerê.

Tîmên rizgarkirinê Ozmen Tuglaci û Omer Tuglaci yên di kamyonetê de asê mabûn bi birîndarî derxistin.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin Nexweşxaneyê Dewletê ya Mûşê.

Lê belê şofêrê komayonetê Ozmen Tuglaci li nexweşxaneyê tevî hemû midaxaleyan canê xwe ji dest da.