CIZÎR - ‘Melayê Cizîrî bi hevokan nayê nasandin’

Cizîr (Hewlêr) – Li Cizîra Botanê 3yemîn Sempozyûma Navneteweyî ya Melayê Cizîrî hat lidarxistin.

Akademîsyen û pisporên edebiyata klasîk eşkere kir ku ew nikarin bi hevokan Melayê Cizîrî bidin nasîn.  

Sempozyûm ji aliyê Zanîngeha Şirnexê, Parêzagriya Şirnexê hat sazkirin.

Di merasima destpêkirina sempozyûmê de peyama Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan hat xwendin.

Şewirmenda Erdogan, Gulşen Orhanê, parêzgarê Şirnexê û Rektorê Zaningeha Şirnexê jî di merasîma sempozyûmê de axivîn.

Di sempozyûmê de lêkoleran gotarên xwe li ser aliyê zanistî yê Melayê Cizîrî pêşkêş kir.

Ango felsefeya zanînê fokusa sempozyûma îsal bû.

Akademîsyen, zanyar û lêkolerên ji Bosna Hersek, Herema Kurdistanê, Îran, Îraq û ji gelek bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê beşdar in.

Gotarên vê sempozyûmê jî dê wekî pirtûk bên çapkirin û ji arşîvê re bimînin.

Prof.Dr. Kazim Hecîmeylîc ku yek ji beşdarên sempozyûmê ye dibêje, ev sempozyûm ji bo xelkê Balkan û Bosnayê jî pir giring e.

Li gorî gotina akademîsyen Hecimelich berhmên Melayê Cizîrî dişibin helbest û berhemên alim û şêxên wan ên Boşnak.

“Pêwîstiya me bi fikrên Melayê Cizîrî heye”

Gulşen Orhanê di merasîmê de bi xêr hatina mêvanan kir û wiha got:

“Mêvanên hêja û qedirbilind, ev erdnîgariya ku em li ser dijîn wekî laboratiwara dîrok û sosyolojiyê ye.

Di dîroka cîhanê de jêdara ew bûyer û qewimînên bûnê û niha pêktên jî ev erdnîgarî ye.

Hemû liv û tevgera di vî warî de disa dizivire û tê û li vê axê cereyan dike.

Ji ber wê îro jî ji her demê zêdetir pêdiviya me bi dengê fikrên Melayê Cizîrî heye.

Di vê çarçoveyê de berpirsyariyeke mezin dikeve ser milên me.”

Di sempozyûmê de ji Herêma Kurdistanê, Bosna Hersekê, Îran, Îraqê û ji 15 bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê akademîsyen û lêkoleran li ser aliyê zanistî yê Melayê Cizirî gotar pêşkeş kirin.

“Mela Mela ye ne kesekî din e”

Akademîsyen Doç.Dr.Ruhullah Oz jî li ser Melayê Cizîrî wiha got:

“Fexrî Razî heye diçe Maweraûnehîrê rastî pîrekê tê. Dinêre ku pîr bi lingê xwe heriya tenûrê distirê.

Bi destê xwe bi teşiya tayê xwe dirêse, bi pişta xwe meşka dewê xwe dikile. Di ber sînga wê jî de zaroka wê heye û wê şîr didê. Lêvên wê jî dilebitin.

Razî jî meraq dike dibêje, 'Pîrê ma tu çi dikî?' Pîrê jî dibêje, ‘Ma lawê min tu kor î tu nabînî ez çi dikim. Bi lingên xwe heriyê distrêm bi pişta xwe dew dikilêm bi pêsîra xwe zaroka xwe şîr didim’

Razî dibêje, ‘Ma tu bi devê xwe çi dibêjî?’ Pîrê lê vedigere û dibêje, ‘Ez nifiran li bûka xwe dikim. Tu çi dikî lawê min?’

Razî dibêje, ‘Ez jî bi hezar delîlên aqlî dixwazim hebûna Xwedayê Teala bidim nîşandan.‘

Pîrê jê re dibêje, ‘ Wele baweriya min ji ya te zêdetir e’ ‘Çima Pîrê?‘ Pîrê lê vedigere, ‘Heger şik û gûman li cem te tunebûna tu bi dû qûna delîlan nediket.’

Razî dibêje, ‘Pîrê min meraq kir. Ez ewqasî li ser hebûna Xweda dişixulim, xebatê dikim, kedê dirjînim ew Xwedayê ku te bawerî pê anî min meraq kiriye yekî  çawa ye?‘

Pîrê bi hevokeke kin dibêje ‘hûwe hûwe la hûwe îlla hûwe, ew ew e ew ne kesî din e.’

Yanî bêgûman heger li gor vê hevoka Razî em bidin nîşandan di şibandinê da xeta çênabe.

Ez ne bawer im ku ti ferzende û zanyar karibin Mela bi hevokekê bidin nîşandan. Bersiva herî baş ew e Mela Mela ye, ne yekî din e ne kesekî din e.”

Akademîsyenê Boşnak Prof.Dr.Kazim Hecîmeylîc jî wiha got:

Ev sempozyûm ji bo me yanî ji bo Balkanan û ji bo Bosna Hersekê jî pir giring e.

Ji ber ku raman, têgihiştin, tiştên ku Melayê Cizîrî gotine û nivîsandine wekî helbest û dîwançeyên alim û şêxên Boşnakên me ne.”

“Em nikarin terîfa Mela bikin”

Akademîsyen Dr.Enes Doskî jî li ser Melayê Cizîrî wiha got:

Melayê Cizîrî kesekî gelekî berbiçav xizmeta miletê xwe kiriye. Her wisa xizmeta zimanê Kurdî kiriye.

Hindî em methê wî jî bikin em nikarin wî bi xwe zêdetir wesfa xwe kiriye. Gotiye, 'Gula baxê Îremê Botan im şebçiraxê şevê Kurdistan im’

Ev tenê axaftina wî em dikarin bêjin. Em nikarin terîfa wî bikin.”

Di dawiya semppozyûmê de Koma Tilloyê konsereke ku ji qesîdeyên Melayê Cizirî pêk dihat pêşkêş kirin.