Li Îdirê nan biha bû: Nanpêj û welatî ne razî ne
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Îdirê ya Bakurê Kurdistanê nan hat bihakirin û ev jî bû sedema nerazîbûnê.
Nanê 200 gramî derket 9 lîreyên Tirkî û welatî dibêjin alîkariya cotkaran nayê kirin lê her roj nirx tên zêdekirin.
Welatiyekî li ser bihabûna nan got:
“Ma qey ji bo berhemên cotkaran lîreyek hat zêdekirin, na.
Ev neheqî ye. Tenê welatiyan mexdûr dikin. Niha nan bûye 9 lîre û ez rojane herî kêm 6 nanan dikirim.
Wiha nabe, heq û hiqûqa her tiştî heye.”
Nanpêj jî nerazî ne ku li gorî xerciyan bihayê nan kêm e.
Nanpêjek dibêje li gorî rêjeya enflasyonê divê nan bihatir be û bi vî awayî her ku diçe zerera wan zêdetir dibe.
“Ev têrî me nake”
Nanpêjekî jî anî ziman:
“Niha nan hat bihakirin lê ev têrî me nake.
Bi vî nirxî em kar nakin û her ku diçe zerera me zêdetir dibe.
Niha divê nan 10 lîreyên Tirkî bûya, ji ber ku telîsê ard biha bûye.
Berê tenê 10 kuruş bihata zêdekirin nerazîbûn çêdibû niha 2-3 lîre tên zêdekirin kes deng nake.”
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê komeleyên nanpêjan ji xerciyên wekî ard, haveyn, elektrîk û gaza xwezayî ne razî ne û xwestibûn ku nan bibe 15 lîreyên Tirkî.
Li parêzgeha Îdirê herî dawî berî 4 mehan nanê 200 gramî ji 6,5 lîreyan ji bo 8 lîreyan hatibû zêdekirin.