Neteweyên Yekbûyî: Divê Sûriye neyê parçekirin

3 demjimêr berê
Sinan Tunçdemir
Stephane Dujarric \ Wêne û vîdeo Rûdaw
Stephane Dujarric \ Wêne û vîdeo Rûdaw
Nîşan Stephane Dujarric Neteweyên Yekbûyî (NY) Sûriye Tirkiye Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Sekretêrê Giştî yê Netewyên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarric diyar kir ku divê Sûriye neyê parçekirin.

Stephane Dujarric li ser îhtîmala operasyona Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê bersiv da pirsa Nûçegihanê Rûdawê Sînan Tuncdemîr û wiha got:

Binêrin, hûn dizanin, Em hez nakin spekulasyonan bikin derbarê wê çêbibe yan jî çênabe.

Helwesta me û ya di vê derbarê de hewce ew e ku divê her kes rêzê li yekparçeyiya axa Sûriyeyê bigire û divê Sûriyê wekî xwe bimîne. “

Stephane Dujarric li ser qutbûna ava parêzgeha Hesekê jî axivî û diha berdewam kir:

Binêrin, mixabin di demên dawî de li Sûriyeyê ev demeke dirêj e alîyên cuda bikaranîn û gihîştîna avê wekî amûrek şer bikartînin.

 Me ev di pevçûnên cuda yên di navbera aliyên li Sûriyeyê jî dît. Ev tiştek wisa ye ku divê nebe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst