Balyoza Holendayê ya Îraqê: Divê hikûmet zû were avakirin

16-11-2024
RÛDAW
Balyoza Holendayê û Niwêner Fatih \ Wêne û vîde: RÛdaw
Balyoza Holendayê û Niwêner Fatih \ Wêne û vîde: RÛdaw
Nîşan Janet Alberda Balyoza Holendayê Îraq Herêma Kurdisanê Cotkariya Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Balyoza Holendayê ya Îraqê diyar kir ku ew partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê teşwîq dikin ku hikûmetê zû ava bikin.

Balyoza Holendayê ya Îraqê Janet Alberda bû mêvana bernameya Rûdawa Îro ku Niwêner Fatih pêşkêş dike.

Janet Alberdayê diyar kir ku pêwîst e partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê beriya hilbijartinên Îraqê dest bi avakirina hikûmetê bikin.

Li gorî gotina Janet Alberdayê heger aliyên Kurdistanî hikûmetê ava bikin û wisa tevlî hilbijartinên Îraqê bibin dê destê wan gelekî bihêztir be.

Balyozê Holenda li Iraqê daxwaz ji aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kir ku di demeke zû de hewla pêkanîna kabîneya nû bidin.

“Divê beriya hilbijartinên Îraqê hikûmet were avakirin”

Janet Albertayê behsa avakirina hikûmetê jî kir û got:

“Ez vê dawiyê bi çend partiyan re axivîm, min bi taybetî piştgirî da wan û ew teşwîq kirin ku hilbijartinan pêk bînin.

Ez aniha bi wan re neaxivîme. Bi baweriya min peyama min a li gel hevkarên min ên din ên Ewropî ew e ku ew peyam jî dê pir alîkar be.

Em dixwazin beriya hilbijartinên Îraqê aliyan teşwîq bikin da ku hikûmeta xwe ava bikin.

Ji ber ku bi baweriya min ew bi vî awayî bikevin hilbijartinên Parlamentoya Îraqê dê destê wan bihêztir be.”

Janet Albertayê di berdewamiya axaftina xwe de behsa partiyên mixalefeta Kurdistanê jî kir û anî ziman:

“Ez difikirim ku hin partiyên muxalefetê hejmara kursiyên ku dixwesin bi dest nexistin.

Ev tê wê wateyê ku ew ne partiyên serkeftî ne û heta neyêne vexwendin û xelk nexwaze ew nikarin hikûmetê ava bikin.

Mixalefet dikare gelek tiştan bike. Erkên mixalefetê baş in û baş e ku muxalefet hebe.”

“Em piştgiriyê didin sektora çandiniyê ya Herêma Kurdistanê”

Janet Albertayê behsa projeyên Holendayê e yên li Îraq û Herêma Kurdistanê jî kir û wiha axivî:

Gelek projeyên me hene. Me li vê derê li Herêma Kurdistanê ofîsek vekir da ku em ji derfetên bazirganî û aborî agahdar bibin û bibînin ka niha çi heye.

Konsulxaneyeke me ya pir mezin heye û ez serbilind im ku di navbera salên 2016 û 2018an de konsula giştî bûm ku bê guman serdemeke cuda bû.

Em piştgiriya sektora çandiniyê ya Herêma Kurdistanê dikin. Di hinartina kartolan de jî rola me hebû.

Ez difikirim ku ev bêhtir ji ber pisporên me ye.

We di siyaseta xwe ya çandiniyê de wekî em li welatê xwe dikin hin şîretên me bi cih anîn.

Ez ji ber vê yekê ez gelekî şanaz im ku em bi hev re dixebitin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst