Li Êlihê 24 kes hatin desteserkirin: Hincet xwepêşandanên li dijî qeyûman e

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê, bi hinceta beşdarî xwepêşandanên li dijî tayînkirina qeyûman 24 kes  hatin desteserkirin.

4ê Çiriya Paşîn Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê qeyûm li ser Şaredariya Bajarê Mezin a  Mêrdîn, Şaredariya Êlih û Şaredariya Xelfetiyê ya Rihayê tayîn kiribû.

Piştî tayînkirina qeyûman li seranserî Bakurê Kurdistanê xwenîşandan û çalakî li dijî tayînkirina qeyûman dest pê kiribû.

Li gorî daxuyaniya parêzgariya Êlihê, ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Rêvebiriya Ewlehiyê ya Bajêr ji bo girtina kesên beşdarî xwepêşandanên li dijî tayînkirina qeyûman bûne xebat da destpêkirin.

Di operasyonên 24 kes hatin desterserkirin ku ji wan  6 zarok in.

Miameleyên kesên hatine desteserkirin li Navenda Ewlhiyê ya Êlihê dewam dikin.