Ciwanekî ji Kobaniyê 6 meh in winda ye
Hewlêr (Rûdaw) - Ciwanekî Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê ku li Herêma Kurdistanê dima ev 6 meh in winada ye.
Ciwanê Kurd ê bi navê Ebdulxenî Mihemed 30 salî ye û ji bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ye.
Biryaê Ebdulxeniyê winda Ebdulrehman Mihemed beşdarî bultena Rûdawê bû li ser birayê xwe bersiva pirsên Dilbixwîn Dara da.
Li gorî zanyariyên Ebdulrehman Mihemed ku ji Rûdawê re ragihandine, Ebdulxenî Mihemed 10 sal bûn li Herêma Kurdistanê dijiya û karê dartraşiyê dikir.
Her wiha Ebdulrehman da zanîn ku biyarê wî Ebdulxenî beriya 6 mehan hewl daye ji Başûrê Kurdistanê bi ser rêya Bakurê Kurdistanê derbasî Tirkiyeyê bibe û ji wê derê jî biçe Ewropayê winda bûye û heta niha ti agahî jê nayên wergirtin.
Ebdulrehman got ku tevî birayê 4 kes bûne ku xwestine ji Başûrê Kurdistanê derbasî Bakurê Kurdistanê bibin.
Hevalên wî hatin berdan lê ew hîn winda ye
Her wiha Ebdulrehman tekez kir ku 2 hevalên Ebdulxenî derbasî Bakurê Kurdistanê bûnê û birayê derbas nebûye û ji wê demê ve winda ye.
Li aliyê din Ebdulrehman diyar kir hevalên birayê wî yên ku li Bakurê Kurdistanê hatine girtin, piştre hatine berdan jî lê ti agahî ji birayê wî nayê wergirtin.
Ebdulrehman da zanîn ku ew li Başûrê Kurdistanê ji bo birayê xwe ketine nav tevgerê û wan ji gelek cihan pirsiyê lê ti zanyarî jê wernegirtine.
Ebdulrehman Mihemed bi rêya Rûdawê bang kir û xwest ku her kesê tiştekî li ser Ebdulxenî zanibe wan agahdar bikin.