Li Enqereyê Pêşangeha Geştyariyê vebû: Kompanyayên Kurdan beşdar nebûn

16-11-2024
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Beşdarên pêşangehê /Wêne: Rûdaw
Beşdarên pêşangehê /Wêne: Rûdaw
Nîşan Enqere Pêşangeh Geştyarî
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Li Enqereya paytexta Tirkiyeyê Pêşangeha Navneteweyî ya Geştyariyê vebû lê kompanyayên Kurdan beşdarî pêşangehê nebûn.

Hikûmeta Tirkiyeyê û îdareyên geştyariyê hewl didin ku heta dawiya 2024an 60 milyon geştyar herin seredana Tirkiyeyê.

Bi vê armancê Pêşangaha Navneteweyî ya Geştiyariyê li Enqereyê hate vekirin.

Ji bilî kompanyayên navxweyî heman demê ji hinek welatên Afrîkî, Rojhilata Navîn û Asyaya Navîn jî kompanyayên geştyariya beşdarî vê pêşangehê bûn.

Nûnertiya Balyozxaneya Moxolistanê Ellis Hanonanê got:

"Em nûnertiya Balyozxaneya Moxolistanê dikin û em her sal beşdarî peşangehî dibin.

Bi dîtina min îsal pêşangeh ji salên berê baştir e. ez wisa hizir dikim ku beşdariya sektora taybet zêdetir e."

Nûnerê kompanyayeke geştyariyê Tînsîbrî Joachim wiha axivî:

"Pêwendiya me bi Tirkiyeyê re gelekî baş e. Em wekî nûnertiya kompanyayeke geştyariyê li vir in.

Em sê kes in li vir. Em dixwazin bibînin ka di warê xizmetguzariyê de Tirkiye li vir çi dike.

Em temaşe dikin ka em dikarin çi kel û pelan bikirin."

Di pêşangehê de li aliyekî herêm û berhemên geştyariyê yên Tirkiyê hatina nasandin, li aliyekî din jî bi xwarin û cil û bergên taybet û resenî ji bo mêvanan hatin nimayişkirin.

Beşdarê pêşangehê Turan Gorur li ser pêşkêşkirina cilûbergan gelêrî got:

"Ev cilên me êdî wekî reseniyek tenê di dema veguhastina bûkan de têne bikaranîn.

Em jî vê çandê nîşan didin. Jin jî hene dibêjine jinên seymen jî bacieren.

Berê digotinê Baciyanî Rum, niha jî wekî bacî eren heman çand zindî maye."

Di pêşengeha îsal de ji bilî çend kompanyayên Kurdên Tirkiyeyê ji Herema Kurdistanê û Rojhilat û Rojava ti kompanyayên Kurdan beşdar nebûn.

"Ez dixwazim Kurdên me jî werin van deran bibînin"

Beşdara pêşengehê Gewher Atusay got, "Ez dixwazim bêjim ku li Enqereyê çand û geştyareke baş heye.

Ez dixwazim Kurdên me jî werin van deran bibînin. Ez dixwazin ji Hewlêr û Dihokê jî mêvan werin tiştên nû bibînin."

Li gorî amaran, 12 jê ji derveyî Tirkiyeyê bi giştî 70 kompanya beşdarî pêşangehê bûne.

Plana rêveberên pêşaneghê ew e ku heta 17ê vê mehê 80 hezar kes herin seredana pêşangehê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Îsmaîl Beşîkçî û Nêçîrvan Barzanî /Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir

ku Nêçîrvan Barzanî ji ber ku li ser Kurdan lêkolîn kirine û di bidestxistina mafên xwe de piştgiriya gelê Kurd kiriye spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir