Li Erdexanê wesayît ji ber berfê di rê de man

16-11-2024
RÛDAW
Nîşan Erdexan Berf
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Erdexanê ji ber berf û cemedê hin barhilgir û otomobîl di rê de man.

Berfa ku li tevahiya bajêr hat li cihên bilind guherî pûkê û li hin rêyan bû sedema cemedê.

Li devera Saharayê ya rêya Erdexan-Şavşatê ji ebr cemedê 4 tir û 3 otomobîl di rê de man.

Mahmut Karakuşê ajokarê tirê diyar kir ku ji Rûsyayê hatiye û got:

"Ez diçim Amasyayê. Lê me nekarî di devera Saharayê re derbas bibin. Em niha vedigerin. Em dê îşev li Erdexanê bimînin."

Ekîbên rêbejê li rê xebata paqijkirina berfê da destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Îsmaîl Beşîkçî û Nêçîrvan Barzanî /Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir

ku Nêçîrvan Barzanî ji ber ku li ser Kurdan lêkolîn kirine û di bidestxistina mafên xwe de piştgiriya gelê Kurd kiriye spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir