Li Dîlokê mînîbusek qulibî: 18 kes birîndar bûn

16-11-2023
RÛDAW
Nîşan Dîlok Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Cincifayê ya parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê di encama qulibîna mînîbuseke rêwiyan de 18 kes birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan, li taxa Yarimcayê ya navçeya Cincifayê ya Dîlokê mînîbusa ku welatiyê bi nave Tuncay Buyukçinar diajot ji rê derket û qulibî.

Di encama bûyerê de 18 kesên di mînîbusê de birîndar bûn.

Li ser agahdarkirina welatiyan hejmareke zêde ya tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîman birîndar birin nexweşxaneyan.

Hat ragihandin ku kesên birîndar karmendên Rêveberiya Perwerdeyê bûne û ji bo şînê çûbûne navçeyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst