Ji bo 6 parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyariya barana gur

16-11-2023
RÛDAW
Nîşan Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê Hişyarî Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ji bo 6 parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyariya barana gûr da.

Saziyê ji welatiyan xwest ku li hemberî bandorên neyînî yên avûhewayê tedbîrên pêwîst wergirin.

Rêveberiya Giştî ya Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê li ser barana gur daxuyaniyek belav kir.

Saziyê diyar kir ku piştî derengî dê li parêzgehên Mûş, Bedlîs, Sêrt, Agirî, Colmêrg û Şirnexê yên Bakurê Kurdistanê baraneke gur bibare.

Rêveberiya navborî ragihand, tê pêşbînîkirin ku li bilindahiyên 2 hezar û 500 metreyên wan parêzgehan dem bi dem dê berf û baran bi hev re bibare.

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê herwiha hişyarî da xelkê ku li hemberî lehî û bandorên neyînî yên avûhewayê tedbîran wergirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst