QERS - Midîbusê li keriyê pez xist, 25 mih mirar bûn

16-11-2023
Nîşan Qers Keriyê Pez Qeza Mirarbûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê midîbusê li keriyê pez xist û 25 mih mirar kirin.

Midîbusa tûrê ya ku Muhammet Alî Şahînalp diajot û ji Wanê diçû Xirabeyên Aniyê, li ser rêya Qers û Aniyê li keriyekî pez xist.

Di qezayê de 25 mih mirar bûn.

Rê demekê girtî ma û piştî ku mihên mirarbûyî hatin rakirin, careke din vebû.

Xwediyê keriyê pez Yakup Ozturk, ji rojnamegeran ra got ku ew di cihê derbasbûna ajelan re derbasî mêrgê dibû lê midîbusê li keriyê wî xist.

Ozturk got, di keriyê wî de 700 serî pez heye û ew kêfxweş e ku tiştek bir rêwiyên midîbusê nehatiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst