Mustafa Karasu: ‘Eger Duran Kalkan were dê çawa bibe parlementer?’

16-11-2023
Nîşan Mustafa Karasu Duran Kalkan Parlamenterî KCK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Endamê Konseya Rêveber a KCKyê Mustafa Karasu got, “Hinek dibêjin,  ‘Ma ku Duran Kalkan bibe parlementer dê çi bibe?' Eger Duran Kalkan were dê çawa bibe parlementer? Ma dê Desteya Hilbijartinê ya Bilind destûrê bide.’’

Endamê Konseya Rêveber a KCKyê Mustafa Karasu beşdarî kanala Medya Haberê bû û li ser rojevê nirxandin kirin.

“Hêzên navneteweyî bêdeng in”

Mustafa Karasu bal kişand li ser şerê Îsraîl-Hamasê û got:

“Tirkiye bertekê nîşanî Îsraîlê dide lê bi salan e li hemberî me êrişên kîmyawî pêk tîne. Li Xezeyê tunêl hatine çêkirin. Bi salan e em jî şerekî bi vî rengî didin meşandin. 

Ji derveyî Tirkiyeyê, gelek welatên cîhanê nerazîbûna xwe nîşan didin. Tirkiye jî wekî Îsraîlê dike lê heta niha hêzên navneteweyî û saziyên navneteweyî deng dernexistiye.”

“Kiryarên dadgehê krîza li Tirkiyeyê nîşan didin”

Karasu di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê û anî zimên:

“Dadgeha Destûra Bingehîn biryarekê dide û Dadgeha Bilind jî wê biryarê binpê dike. Ji Dadgeha Destûra Bingehîn re 100 biryar tên û ji van tenê du yan sisêyan qebûl nake.

Li hemberî vê dê dadgeh bibe parçeyekî desthilata faşîst û dê wisa were zanîn.

Ji bo ku wisa neyê zanîn di du sê rewşan de îtirazê dike lê belê heman rojê, madeyeke xirabtir ku civatê teşwîq dike, propagandayê wekî sûs qebûl dike, derdixe. Bi wê madeyê dikarin her kesî bi rehetî bigirin û bixin girtîgehê. Ev dadgeheke wisa ye.

Lê belê Dadgeha Destûra Bingehîn, biryara di derbarê Parlementerê TÎPê Can Atalay de betal kir. Yanî xwest ku azad bimîne.

“Tiştekî ecêb û nedîtî ye”

Li hemberî vê yekê Dadgeha Bilind helwesteke pir dijwar nîşan da ku Dadgeha Destûra Bingehîn sûcdar kir û xwest endamên wê werin darizandin.

Tiştekî ecêb û nedîtî ye, ya rastî ev yek krîz û kaosa li Tirkiyeyê nîşan dide. Faşîzm di tekoşîna li hemberî hêzên demokrasiyê û Gelê Kurd de ewqasî tengav dibe ku dikeve vê rewşê.

Ditirsin, dibêjin eger mafekî biçûk jî were dayîn dê Kurd jê sûdê bigirin. Eger pirsgirêka Kurd û polîtîkayên qirkirinê yên li ser Kurdan nebûna, dê pêwîstî bi van rewşan jî nebûna.”

“Eger Duran Kalkan were dê çawa bibe parlementer?”

Li gorî Mustafa Karasu, li Tirkiyeyê ji ber tirsa ku dê Kurd sudê jê bibînin demokrasî tê binpêkirin û “Hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê vê yekê fêm nakin.”

Mustafa Karasu wiha berdewam kir:

“Hinek dibêjin,  ‘Ma ku Duran Kalkan bibe parlementer dê çi bibe?' Eger Duran Kalkan were dê çawa bibe parlementer? Ma dê Desteya Hilbijartinê ya Bilind destûrê bide.’’

Ma wisa ye? Di nava helwesteke ne ku civakê û dinyayê ewqasî dixapînin. Bi rastî jî êdî nizanin bê ka dê çi bikin.

“Çima Osman Kavala bernadin?”

Çima wisa dikin? Çima Osman Kavala bernadin? Çimkî tiştekî baş çêbibe dê Kurd jê îstîfade bikin. Dayikên Şemiyê jî evqasî di bin zextê de hiştin.

Ji ber vê yekê kî bixwaze ji bo demokrasî û azadiyê têbikoşe hewce ye vê rastiyê bibîne û bi gelê Kurd re bikeve nava têkoşîna demokrasiyê.

Eger pirsa Kurd neyê çareserkirin û polîtîkayên qirkirinê yên li ser wan tên ferzkirin dewam bikin, ev dîktatoriya zext û tundiyê jî dê berdewam bike.

Bi tirsa ku dê Kurd jê sûdê bigirin her cure zextê dikin û her cure polîtîkayên antîdemokratîk jî dixin meriyetê. Bi rastî jî hewce ye ev rastî bê zanîn.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst