BANE – Hêzên Îranê 2 kolber kuştin

16-11-2023
Nîşan Bane Kolber Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li herêmên sînorî yên bajarê Baneyê yê parêzgeha Sineyê ya Rojhilatê Kurdistanê, di nava 24 demjimêran de 2 kolber hatin kuştin.

Her du kolber jî bi fîşekên hêzên leşkerî yên Îranê hatin kuştin.

Li gorî rapora Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, hêzên sînorî ên Îranê doh li sînorê Hengejala Baneyê fîşek berdan kolberan.

Kolberê bi navê Celal Heyder, li vê derê bi guleyên hêzên Îranê canê xwe ji dest da.

Roja sêşemê li heman herêmê kolberê bi navê Yadgar Rehîmî dîsa bi guleyên hêzên Îranê hat kuştin, herwiha kolberek birîndar bû.

Yadgar Rehîmî xelkê gundê Dêkonê yê bajarê Baneyê ye. Yadgar Rehîmî 34 salî bû û du zarokên wî hene.

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Kurdpayê, di 75 rojên borî de 7 kolber li herêmên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê hatine kuştin û 105 kolber jî hatine birîndarkirin.

Ew hemû kolber li herêmên sînorî yên Baneyê û Newsûda parêzgeha Kirmaşanê birîndar bûne.

Kurdpayê da zanîn ku 36 kes ji wan zarok in.

Li gorî heman raporê, bi hatine sir û seqemê û zêdebûna bêkariyê re kolberî zêde dibe.

Xelkê hejar ji ber bêkariyê naçar dimîne ku ji bo debara jiyanê berê xwe bide karê kolberiyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst