Li Amedê mînîbus wergeriya: 14 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê mînîbusek wergeriya û di encamê de 14 kes birîndar bûn.

Minîbusa rêwiyan ya ku şofêrê wê Omer K. li ser rêya Amed û Xarpêtê ji rê derket, derbasî rêya li hember bû û wergeriya.

Li ser agahdarkirina welatiyan tîmên tenduristiyê, cendirme û polîs çûn cihê qezayê.

Di qezayê de şofêr û 13 kesên di mînîbusê de birîndar bûn.

Birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên li bajêr.