EFRÎN – Binpêkirin berdewam in: ‘Tirkiyeyê bi awayekî plankirî pêk dianîn’

Hewlêr (Rûdaw) - Di ser dagirkirina Efrînê ya ji aliyê hêzên Tirkiyeyê û grûpên çekdar ve bêhtirî 5 sal û neh mehan derbas bûn û binpêkirinên mezin ên li dijî Kurdan jî berdewam in.

Li ser wan binpêkirinan, Rêxistina Ji Bo Rastî û Dadmendiyê ya Sûriyeyê, bi hevbeşiya bi rêxistinên Hevdestî, Pêl û Lêlûn û bi piştgiriya Komeleya Navdewletî ya Mafên Kêmîneyan û Ajansa Norwecî ya Geşepêdan û Hevkariyê raporek belav kiriye.

Çalakê sivîl û mafnas Cano Şakir li ser mijarê got:

“Ev lêkolîna şopandinê xwe dispêre bêhtirî 40 şahidên ji Efrînê ku di 5 salên borî de, rastî binpêkirin, şkence û tawanên şer hatine.

Herwiha ev lêkolîn dide diyarkirin ku çawa ev tawanên şer ku li Efrînê dibûn, ji hev ne cuda ne, ne tawanên şer ên ji hev cuda ne lê belê Kurd li ser bingeheke neteweyî dihatin armanckirin.”

Heman rapor diyar dike ku bi dirêjiya wan salan, binpêkirinên gelekî mezin li ser binemaya olî jî li dijî Kurdên Êzidî yên Efrînê, bi awayekî plankirî hatine kirin û tên kirin.

“Tirkiyeyê bi awayekî plankirî pêk dianîn”

Çalakê sivîl û mafnas Cano Şakir anî ziman:

“Herwiha Kurdên Êzidî yên Efrînê li ser bingeheke olî dihatin armanckirin, ji ber vê yekê ev tawan tawanên li dijî mirovahiyê ne.

Tirkiyeyê ew bi rengekî plankirî pêk dianîn û bi destên grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyeyê bi cih dikirin.”

20ê Kanûna Paşîna 2018an Tirkiyeyê êrişî herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê kir.

18ê Adara heman salê, navenda bajarê Efrînê ket destên hêzên êrişkar, êdî ew herêm bi giştî hate dagirkirin û ji wê demê ve binpêkirin berdewam in.