Li Efrînê girtiyekî Kurd piştî 5 salan hat berdan

16-11-2023
RÛDAW
Nîşan Efrîn Rojavayê Kurdistanê Grûpên Çekdar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê Kurdekî ev 5 sal in girtî bû hat berdan.

Hesen Seydo ji Efrînê ye ku ev 5 sal in ji aliyê grûpên çekdaran ên li Efrînê ve hatibû girtin îro hat berdan.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê, Hesen Şukrî Seydo bi tohmeta danûstandina bi Rêveberiya Xweser re hatibû girtin.

Ew ji aliyê çekdarên ser bi Tirkiyeyê ve li gundê Îskayê yê navçeya Şêrawayê ya Efrînê hatibû girtin.

Girtiyê Kurd Hesen Seydo di zindana Maratê de bû û doh piştî 5 salan hat berdan.

Ew ji aliyê malbata xwe ve bi germî hat pêşwazîkirin.

Binpêkirin û girtinên grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyeyê ve li Efrînê berdewam dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst