WAN: Berfê rêwîtî zehmet kiriye

16-11-2023
Li Miksê berf bariya / Wêne: AA
Li Miksê berf bariya / Wêne: AA
Nîşan Wan Miks Berf
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li deverên bilind ên parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, piştî baraneke gur berf bariya.

Li gel ku rêjeya berfê kêm bû jî li ser rêya Miks û Wanê di çûn û hatinê de astengî çêbûn.

Şofêrê Minîbûsê Metîn Karagîllî got, “Li ser rêya me ya Miksê êdî zehmetiyan dest pê kir.

Serdema zîncîran dest pê kir. Me lastîkên zivistanê jî girê dane. Em rêwiyan dibin û tînin.”

Rêya sereke ya di navbera navçeya Miksê ya Wanê û navenda bajêr de derdora du saet, du saet û nîvan dikişîne.

Lê dema ku berf dibare rêwî bi saetan di rê de dimînin û rê hinek caran bi rojan girtî dimîne.

“Makîneyên kar hatin û em birin”

Muxtar Muhîttîn Cesur da zanîn ku makîneyên kar bi wan ve hatine û got:

“Ez sê demjimêran di rê de mam. Otomobîl nikarîn derkevin serî. Piştre makîneyên kar hatin û em birin.

Zivistanan eger hewa hefteyek an 2 hefteyan asayî bibe dibe ku rêyan vekin. Eger na dê rê her tim girtî bimînin.”

Rêya Miks û Wanê zivistanan ji ber aşûtan gelekî metirsîdar e.

Sibata 2020an di encama hatina aşûtê de 42 kesan li ser vê rêyê canê xwe ji dest dabû.

Xelkê Miksê dibêje zivistanan dema ew di vê rêyê ve diçin destê wan li ser dilê wan e.

Şêniyên Miksê dixwazin ku ji wan re rêyeke rêyeke alternatîv û ewle were çêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst