Hunermend Mikail Aslan û neviyê Seyîd Riza bersiva Huseyin Aygun dan

16-11-2022
Ali Haydar Gozlu
Nîşan Seyîd Riza Huseyin Aygun Mikail Aslan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê navdar ê Kurd Mikail Aslan bersiva Parlamenterê berê yê CHPê yê Dêrsimê Huseyin Aygun da ku gotibû, “Ciwanno, hûn dikarin Ataturk jî û Seyîd Riza jî bi bîr bînin” û got, “Ji vê derewê bawer nekin.” Her wiha neviyê Seyîd Riza jî bertek nîşanî gotinên Huseyin Aygun da.

Di ser darvekirina pêşengên serhildana Dêrsimê Seyîd Riza û hevalên wî re ku di 15ê Mijdara 1937an de ji aliyê rejîma Kemalîst ve hatibûn darvekirin, 85 sal derbas bûn. Ji bo bîranîna Seyîd Riza û hevalên wî di serî de li Dêrsimê li gelek cihan çalakiyên bîranînê hatin kirin.

Parlamenterê berê yê CHPê yê Dêrsimê Huseyin Aygun jî di salvegera darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî de li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir û got, “Ciwanên hêja, divê hûn her dem Ataturkê ku Dewleta Osmanî ya Xîlafet-Şerîatê hilweşand û komareke hevdem ava kir, bi bîr bînin. Tekparêziya vê komara mezin û Seyîd Rizayê bêtawan ê ku hat darvekirin jî bi bîr bînin. Ji bo we şîreteke kekoyane (birayê mezin).”

Hunermendê Kurd Mikail Aslan li ser hesabê xwe yê Twitterê bersiva gotinên Aygun da û got, “Ciwanên hêja ji vê derewê bawer nekin! Seyîd Riza û kurê wî Usên dema dihatin darizandin, hinek kesên ku wiha difikirîn, ji bo temenê Seyîd Riza were biçûkkirin û yê kurê wî were mezinkirin û bên darvekirin, li dadgehê bûn `şahidên derewçî` û îfade dan.”

Neviyê Seyîd Riza Suleyman Polat jî li ser hesabê xwe yê sosyal medyayê bersiva gotinên Aygun da û got, “Niha hûn, bê guman em hemû, `Huseyînê komara elmanî-hevdem in` ku hêvî û daxwaza me hemûyan ew bû lê bi şikestin û xemgînî bû, yan `Wuşenê Dersîmî` yê gelên bindest in ku bi sedan salan e erdnîgariya ku hûn lê ne berdêl dane û heta niha jî didin?”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst