Li Semsûrê du tax ji ber metirsiya nexweşiya hariyê hatin kerentînekirin

16-11-2022
RÛDAW
Nîşan Semsûr Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Semsûrê ya Bakurê Kudistanê piştî ku di pişkinîna pisîkeke mirarbûyî de nexweşiya hariyê (Kuduz) hat dîtin, du taxên bajêr hatin kerentînekirin.

Li gor daxuyaniya nivîskî ku îro 16ê Mijdara 2022ê ji aliyê Şaredariya Semsûrê ve hatiye belavkirin, tîmên ser bi Navenda Karên Veterîneriyê li ser nimûneyên ku 10ê Mijdarê li Taxa Sumerevler ji pisîkeke mirarbûyî hatibûn wergirtin, diyar kirine ku guman heye nexweşiya hariyê tê de hebe.

Navenda Daristan û Çandiniyê ya Semsûrê jî roja Înê 11 Mijdarê nimûneyên ku ji wê pisîkê hatibûn wergirtin, şandibûn Rêveberiya Navenda Lêkolînê ya Veterîneriyê ya Edeneyê.

Li gor lêkolînên ku li wir hatine kirin, di laşê pisîka mirarbûyî de virûsa hariyê hebûye.

Li ser vê yekê Komisyona Tendirustiya Ajelan herdû taxên Bahçecik û Sumerevler xistin kerentînayê.

Herwiha derziyên dijî belavbûna nexweşiya hariyê li ajelên bê xwedî yên li wan taxan hatin xistin, herwiha derbarê xweparastinê de hişyarî hat dayîn.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst