Parêzgariya Şirnexê derbarê hejmara telefonê ya li ser navê Serokê MHPê ya Basayê daxuyanî da

16-11-2022
RÛDAW
Nîşan Mehmet Emîn Îlhan Teqîna Îstiklalê MHP Parêzgariya Şirnexê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parêzgariya Şirnexê ragihand ku ew hejmara telefona ya ku pê ligel gumanbara teqînê li Stanbolê Ehlam Elbeşîr hate danîn, Serokê Şaxa Partiya Tevgera Netewperest (MHP) yê navçeya Basa ya Şirnexê Mehmet Emîn Îlhan bikar nehaniye.

Parêzgariya Şirnexê tekîldarî îdiya bi hejmareke telefonê ya li ser navê Serokê Şaxa MHPê yê navçeya Basa ya Şirnexê Mehmet Emîn Îlhan ligel gumanbara teqînê Ehlam Elbeşîr peywendiyeke telefonî hatiye kirin” daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyaniya xwe de Parêzgariya Şirnexê dibêje ku bi awayeke deryasayî ew hejmara telefonê ji kesekî din re ji aliyê kompaniya GSM ve hatiye dayîn.

Parêzgariya Şirnexê dibêje: “Hejmara telefonê ya li ser navê Serokê Şaxa MHPê yê navçeya Basayê Mehmet Emîn Îlhan li navçeya Cizîrê ji aliyê firoşerê GSMê bi awayekî deryasayî hate derxistin û bo kesê sêyem hate dayîn. Kompaniya GSMê ya navborî piştî zaniye ew hejmara bo çalakiyên deryasayî hate bikaranîn betal dike. Ew hejmar ji aliyê Mehmet Emîn Îlhan ve nehate bikaranîn û piştî îfadedayîna li Serdozgeriya Komarî Îlhsan serbest tê berdan.”

13ê Mijdara 2022ê li Cadeya Îstîklal a navçeya Teqsîmê ya Stenbolê, teqînek çêbû û di encam de 6 kesan cane xwe ji dest dan û 81 kes jî birîndar bûn ku rewşa 2 ji wan giran e.

Piştî teqînê lêkolîn hat destpêkirin û  kesek bi navê Ehlam Elbeşîr di operasyoneke hêzên ewlekariya Tirkiyê de hat desteserkirin ku bi gotina Tirkiyê ew kes xelka Sûriyê ye û fermana teqînê

Piştî ku lêkolîn hat berfirehkirin û derdora 50 kesan bi gumana ku peywendiya wan ligel teqînê hene, hatin destserkirin û bo îfadeyê hatin gazîkirin.  

Di nav ew 50 kesên ku bi gumana peywendiya wan ligel teqîne hene, hatine destserkirin de û bo îfadeyê hatine gazîkirin de, Serokê Şaxê MHê yê navçeya Basa Mehmet Emîn Îlhan jî hebû. Li gor heman zanyariyan berî teqînê bi hejmareke telefonê ya li ser navê Mehmet Emîn Îlhan ligel gumanbara teqînê Ehlam Elbeşîr peywendiyeke telefonî hatiye kirin û ligel wê hatiye axaftin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst