Bi mûşekan êrişî binkeya leşkerî ya Tirkiyê ya li Başîkê hat kirin

16-11-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Qeymiqamê navçeya Şêxanê  Serdar Şêx Yehya ji Rûdawê re ragihand, binkeya leşekrî ya Tirkiyê li Başîkê li parêzgeha Neynewayê (Mûsil) rastî êrişa bi mûşekan hatiye.

Qeymiqamê navçeya Şêxanê Serdar Şêx Yehya ragihand ku îro Sêşema 16ê Mijdara 2021ê seat 10:15ê li devera Zelkanê bi sê mûşekan êrişî ser binkeya leşkerî ya Tirkiyê ya li Başîkê hatiye kirin.

Serdar Şêx Yehya got: “Bi sê mûşekan ku du ji coreya Katyuşa û yek jî ji coreya grad bû êrişî ser binkeya leşkerî ya Tirkiyê ya li Başîkê hatiye kirin. Mûşek li gundê Bavyanî yê ser bi nahiya Qesrok a ser bi navçeya Şêxan ve kevtine xwarê. Ti ziyanên canî û madî nebûne.”

Bi gotina qeymiqamê navçeya Şêxanê, îsal cara şeşan e ku bi mûşekan êrîşî baregeha leşkerî ya Tirkiyê li navçeya Başikê tê kirin.

Derbarê aliyê berpirs û êriş kiriye de jî Serdar Şêx Yehya got: “Ew mûşekên li Mûsil û derdora wê hatine avêtin li herêmên di bin kontrola Heşda Şeibî de ne.”

Navçeya Şêxanê bi 49 kîlometreyan li rojhilatê Dhokê, bi 116 kîlometreyan li bakurê rojavayê Hewlêrê ye û 47 kîlometre li bakurê Mûsilê ye.

Hêj nayê zanîn êriş ji aliyê kê ve hatiye pêkanîn, herwiha derbarê encamên êrişê de jî ti zanyarî nehatine ragihandin.

Tirkiyê hêj derbarê êrişa bo ser binkeya leşkerî ya Başîkê ti daxuyaniyek nedaye.

Beriya niha jî çend caran êrîşên mûşekî li dijî wê binkeya serbazî ya artêşa Tirkiyê hatine kirin.

Ew binkeya leşkerî ya Tirkiyê di destpêka şerê DAIŞê de li devera Başîkê hatiye damezrandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst