Çekdarên Siqûr el-Şemal 120 darên zeytûnan li Efrînê birîne

16-11-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve 120 darên zeytûnan ên welatiyekî Kurd li Efrînê birîne.

Çavkaniyên xwecihî ji Efrînê belav kirine ku grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve, 120 darên zeytûnan ên welatiyê Kurd li nêzîkî Pira Nû li derdora bajarê Efrînê birîne.

Li gor agahiyan, darên ku hatine birîn ên kesekî bi navê Mihemed Elî Hebîb bûne ku xelkê nahiya Bilbilê ye.

Heman çavkaniyan amaje bi wê yekê dane ku grûpa darên wî welatiyê Kurd birîne, çekdarên grûpa Siqûr el-Şemal bûne û bi armanca şewitandin û firotina wan daran li bazarê ew kar kirine.

Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji bihara sala 2018an ve û di encama operasyoneke bi navê Operasyona Çiqlê Zeytûnê, ji aliyê Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi vî welatî ve hatiye dagîrkirin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst