Xwendekarekî Kurdê Êzidî li Zanîngeha Mûsilê bû yekem

16-11-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Xwendekarê Kurdê Êzidî yê bi navê Remzî Xidir ê ji gundê Kino ser bi herêma Xanesorê îsal li ser asta Zanîngeha Mûsilê bû yekemîn.

Xwendekar Remzî Xidir di hevpeyvîneke taybet de ji Rûdawê re diyar kir ku ew li kampa Şêxan a penaberan dimîne û piştî xebat û mandibûnekê wî îsal bi puanê 91ê pileya yekem li ser asta Zanîngeha Mûsilê bidest xist û got: “Heta ku ez neçûm li zanîngehê min bi çavên xwe encam nedîtin min bawer nekir. Ez gelek kêfxweş im ku bûm yekekmîn.”

Remzî Xidir ku beşa hiqûqê xwendiye dibêje: “Ji bo li ser pêyên xwe bimînim û jiyana xwe berdewam bikim min biryar da bixwînim. Ez him ji aliyê madî û him ji aliyê manevî ve rûbirûyê gelek astengiyan bûm. Ji bo debara xwe peyda bikim min karê patateyan kir.”

Xidir eşkere kir ku piştî ku wî pileya yekemîn li Zanîngeha Mûsilê bidest xist gefa kuştinê li wî hate xwarin û got: “Dema ez çûm Mûsilê min dît ku hinek kes ketine pey min. Min gelek caran dîtin bi otomobîlên xwe ketine li pey min. Ji min re gotin em qebûl nakin kesekî Êzidî bibe yekem. Malbata min ji min re dibêje dest ji xwendinê berde, lê ez guhdariya wan gefan nakim.”

Bi gotina Xidir ew dikare bi belgeyan gefên li wî hatine îspat bike û li saz û dezgehên peywendîdar giliyên xwe tomar kirine, lê derbarê wê yekê de ti lêpirsînek nehata destpêkirin.

Derbarê dahatûya xwe de jî Xidir dibêje ku piştî master û doktora qedand dixwaze bibe dadwer û ew armanca wî ya serke ye.

Xidir herwiha da zanîn ku ew dixwaze berevaniyê di mafên Kurdên Êzidî de bike û wiha pê de çû: “Ez dixwazim bibe dadwer û rojekê bibînim ka edalet û qanûn çawa birêve diçe. Armanca min a sereke ew e ku ez bigihîm cihekê da ku berevaniya miletê xwe bikim. Tişta hatî serê me gelek mezin e û divê em carekedin wê ji bîr nekin heta hetayê ez dê berevaniya wê bikikm.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst