Alîgirên YBŞê xaleke hêzên Iraqê şewitandin

16-11-2020
Nîşan Şingal YBŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hejmareke xwepêşanderan alîgirên YBŞê li Şingalê xaleke kontrolê ya Iraqê şewitandin û daxwaza azadkirina 3 endamên YBŞê kirin ku ji aliyê hêzên Iraqî ve hatine desteserkirin.

Li Şingalê hejmarek xwepêşanderên alîgirên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) li hemberî desteserkirina endamên YBŞê ji aliyê hêzên Iraqê ve saz kirin.

Li gor agahiyên berdest xwepêşanderan hewldan xaleke kontrolê ya hêzên ewlekariya Iraqê bişewîtinin. Di navbera xwepêşander û hêzên ewlekariya Iraqê alozî derket.

Balafirên Tirkiyê di 9ê Mijdara 2020an de balafirên arteşa Tirkiyê li herêma gundê Barê yê bajaroka Xanesor a Şingalê bombebaran kiribû û di encamê de 3 kes birîndar bibûn û ji bo dermankirinê bo nexweşxaneya Mûsilê hatibûn veguhestin.

Li gor çavkaniyên nêzîkî YBŞ kesek ji wan endamê YBŞê bûye û li nexweşxaneyê canê xwe ji dest daye û piştre jî hêzên ewlekariya Iraqê ew cenaze radestî malbatê nekiribû û herwiha du sê endamên YBŞê li nexweşxaneyê desteser kiribûn.

Hat zanîn ku îro piştî ku aliyên peywendîdar soza radestkirina cenaze û azadkirina herdu endamên YBŞê, xwepêşanderan çalakiya xwe bidawî kirine.

 Di encama êrîşê de endamekî YBŞ’ê û 2 welatî birîndar bibûn. Hersê birîndar piştî êrîşê veguhestibûn nexweşxaneya Mûsilê, lê şervanê ku hîn nasnameya wî nehatiye eşkerekirin, li nexweşxaneyê şehîd bû. Hêzên ewlekariyê yên Iraqê cenaze desteser kir û hîn jî radestî malbatê nehatiye kirin. Her wiha herdu welatiyên jî li nexweşxaneyê hatine girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst