Tîmên navdewletî Bendava Derbendîxanê nûjen dikin

16-11-2017
RÛDAW
Peyamnêrê Rûdawê Erkan Elî
Peyamnêrê Rûdawê Erkan Elî
Nîşan Derbendîxan Bendav Tîm Navdewletî Nûjenkirin Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî
A+ A-

Derbendîxan (Rûdaw) – Bi hevbeşiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê tîmeke navdewletî dê Bendava Derbendîxanê nûjen bikin û ji bo vê mebestê dest bi pêngava nûjenkirinê kirine.

 

Peyamnêrê Rûdawê Erkan Elî ragihand: “Roja pêncşemê 16ê Mijdara 2017an tîmeke navdewletî bi hevbeşiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê dest bi lêkolîna beşa jêr a Bendava Derbendîxanê kir.”

 

Peyamnêrê me herwiha diyar kir: “Biryar e tîmeke amerîkî û îtalî serdana bendavê bikin û dê çend roj şûnde serdana xwe pêk bînin, tiştê ku îro hate kirin xebatên li ser bendavên Hemrîn û Derbendîxanê bûn.”

 

Ji bilî bendavan, li hemû dibistan û cihên giştî pişkinîn têne kirin ku ji ber erdhejê zirar gihiştiye wan deran.

 

Berpirsê Liqa Silêmanî ya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Soran Xelef ji Rûdawê re ragihand: “Ji roja ewil ve bi hevkariya yekeyên îdarî ve li ser wê yekê em dixebitin ku çawa alîkariyên destpêkê em bigihînin. Piştre me li ser wê yekê xebitî ku em çawa ji dibistan û nexweşxaneyên ziyapêkevtî re alîkarî bikin û bi vê mebestê, me ji bo wan deran kon dabîn kirin da ku pêvajoya perwerdehiyê li wan deveran nesekine.”

 

Ji ber erdheja şeva yekşemê Bendava Derbendîxan zirar dît û divê beşeke mezin a bendavê were nûjenkirin.

 

Şeva 12ê Mijdara 2017an erdhejeke bihêz li her çar parçeyên Kurdistanê û çend welatên din qewimî. Li gor navenda jeolojî ya Amerîkayê û Rêveberiya Keşnasî û Erdhejê ya Herêma Kurdistanê, navenda erdhejê navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê (Helebce û Kirmaşan) bû û hêza erdhejê jî 7.6 pile bû.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst