Partiyên Kurdistanî: Bila Şingal bibe parêzgeh

16-11-2015
RÛDAW
Şingal
Şingal
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Piştî kontrolkirina Şingalê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve, hêz û partiyên Başûrê Kurdistanê daxwaz dikin ku Şingal bibe parêzgeh.

Şingal roja Înê di operasyoneke berfireh de ji aliyê Hêzên Pêşmerge û balafirên hevpeymaniya navdewletî ji DAIŞê hat standin.

Piştî kontrolkirina Şingalê, niha Hikûmeta Herêma Kurdistanê hewl dide wê bike parêzgeh. Herwiha partiyên Herêma Kurdistanê daxwaza pêkanîna wê yekê dikin.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi temamî biştgiriyê li biryara hikûmetê dike û dibêje, êdî madeya 140 li Şingalê bi dawî hatiye.

Tevgera Gorran jî, Şingal bi sembola mezlûmiyeta kurdên êzîdî dibîne û dibêje, li hember wê hemû zilm û zordariya ku hatiye serê wan, hêjan e ku devera wan bibe parêzgeh.

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dibêje, biparêzgehbûna Şingalê mafekî rewa yê kurdên êzîdî ye.

Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê daxwaz dike di vê qonaxê de, hemû aliyên siyasî li Parlamentoya Kurdistanê û Parlamentoya Iraqê û wezîrên kurd li Bexdayê hewl bo bidestanîna wî mafî bo kurdên êzîdî bidin.

Piştî kontrolkirina Şingalê, Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê biparêzgehbûna wê deverê, ji Şingalê ragihand: “Em hemû hewlên xwe ligel Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê didin bo avedankirina Şingalê û ev dever bibe parêzgehek ser bi Herêma Kurdistanê ve, da ku em xizmeta wê bikin.”

Herwiha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî piştî rizgarkirina Şingalê, derbarê wê yekê de ragihand: “Em ji xelkê xoştivî yê Şingalê re jî dibêjim ku emê hemû hewlên xwe di warê qanûnî û îdarî de bikar bînin ji bo ku piştgîriya daxwazên welatiyên deverê yên biparezgehbûnê bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst