Serokatiyê naveroka civîna Nêçîrvan Barzanî û Erdogan eşkere kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê û Serokkomarê Tirkiyeyê li ser aramiya herêmê û xurtkirina pêwendiyên di navbera Îraq, Tirkiye û Herêma Kurdistanê de axivîne.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo serdaneke fermî çû Enqereya paytexta Tirkiyeyê.

Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Enqereyê li hev civiyan.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser serdana Nêçîrvan Barzanî ya Enqereyê daxuyaniyek belav kir.

Serokatiyê di daxuyaniyê de ragihand:

“Her du aliyan tekezî li ser bipêşxistina pêwendiyên Tirkiyeyê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re bi taybetî di warê aborî de kir.

Li ser zêdekirina asta danûstandinên bazirganî, derfetên kar û sermayeguzariyên Tirkiyeyê yên li herêmên cuda yên Îraq û Herêma Kurdistanê gotûbêj hatin kirin.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin:

“Serokkomarê Tirkiyeyê tekezî li ser berdewamiya hevkariyên welatê xwe yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re kir.

Her wiha amadehî û daxwaza sektora taybet a ji bo kar û veberhênana li herêmên cuda û di warên cuda de nîşan da.”

Yek ji mijarên hevdîtinê jî rewşa ewlehiya herêmê bû.

Di beşeke din a hevdîtinê de, her du aliyan dilgiraniya xwe ya li ser rewşa aloz a Rojhilata Navîn û metirsî û encamên muhtemel ên li ser herêmê anî ziman.

Her du aliyan her wiha pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, Projeya Rêya Bipêşketinê, pêwendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê yên bi welatên herêmê re, metirsiya terorê û şerê li dijî DAIŞê gotûbêj kirin.