Ji ber erdhejê li 5 bajaran dibistan hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) – Ji ber erdheja li navçeya Qelayê Meletiyê ya li 5 bajarên Bakurê Kurdistanê dibistan hatin girtin.

Li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê, erdhejeke bi hêza 5,9 pileyan çêbû.

Serokatiya Bivebiriya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) da zanîn ku navenda erdhejê navçeya Qelayê ye.

AFADê diyar kir ku erdhejê saet 10:46an rû daye û kûrahiya wê 10,07 kîlometre bûye.

Hat zanîn ku bajarên li derdorê yên wekî Xarpêt, Dêrsim, Êlih, Semsûr, Xarpêt, Dîlok û Amedê jî hejiyane.

Xelk ji tirsa erdhejê ji mal û kargehên derket derve û li park û meydanan civiya.

Ji ber erdhejê li Meletî, Riha, Semsûr, Êlih û Xarpêtê dibistan rojekê hatin tetîlkirin.