Alî Yerlîkaya: Li 3 bajaran 3 avahî rûxiyan

3 demjimêr berê
Nîşan Meletî Avahî Rûxîn Xarpêt Riha
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku ji ber erdheja Meletiyê li 3 bajaran 3 avahî rûxiyane.

Li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi hêza 5,9 pileyan çêbû.

Serokatiya Bivebiriya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) da zanîn ku navenda erdhejê navçeya Qelayê ye.

AFADê diyar kir ku erdhejê saet 10:46an rû daye û kûrahiya wê 10,07 kîlometre bûye.

Meletî, Riha û Xarpêt

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku li Meletiyê avahiyek, li Rihayê avahiyek û li Xarpêtê jî avahiyek rûxiyaye.

Alî Yerlîkaya da zanîn ku li Meletî, Amed, Riha, Xarpêt, Êlih û Dêrsimê xebatên li qadê berdewam dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst