Otopsiya destpêkê ya Rojînê hat eşkerekirin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Rojîn Kabaîş Otopsî Encam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapora otopsiyê ya destpêkê ti nîşaneyên birîndarbûnê li ser laşê Rojîn Kabaîşê nehatine dîtin.

Xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîşa 21 salî 27ê Îlonê li Wanê winda bûbû û duh termê wê li qeraxa Gola Wanê hatibû dîtin.

Cenazeyê Rojîn Kabaîşê piştî karên otopsiyê ji aliyê bavê wê Nîzamettîn Kabaîş û xizmên wê ve hat wergirtin.

Malbatê cenaze bir Amedê ew li Goristana Yenîkoyê ya li navçeya Baglarê veşart.

Otopsiyê destpêkê diyar bû

Nêzîkî 100 nimûneyên ji laşên Rojînê hatin girtin û ew nimûne şandin Saziya Tiba Dadî ya Stenbolê.

Li gorî rapora otopsiyê ya destpêkê ti delîlên birînê yan jî gulebaranê nehatine dîtin.

Her wiha ti delîlên şikestinên hestiyan jî nehatine tespîtkirin.

Li gor nûçeya NTVyê, di raporê de hatiye gotin ku li stû, çok, mil, zend û sînga Rojînê guherînên reng çêbûne ku dibe ku ji ber xwînrijandinê bin.

Serdozgeriya Komarê ya Wanê diyar kir ku wan di tesbîtên ewil de tiştekî biguman nedîtiye lê ji ber ku demeke dirêj di avê de maye laş deforme bûye.

Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê dê sedema mirinê eşkere bike

Serdozgeriya Komarê ya Wanê her wiha eşker kir ku ji ber vê yekê dê li gorî encamên otopsiya Saziya Tiba Dadî ya Stenbolê sedemên mirinê eşkere bibe.

Çi bûbû?

Rojîn Kabaîşê 27ê Îlonê ji hevalên xwe re gotibû ku dê here peravên golê û keviran kom bike.

Rojîn Kabaîş xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê bû.

Piştî rojekê ku telefona wê li peravên golê hatibû dîtin li nav golê ji bo dîtina wê dest bi lêgerînê hatibû kirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya doh ragihand ku cenazeyê wê li peravên Gola Wanê hatiye dîtin.

Rojîn li Goristana Yenîkoyê ya Amedê hat veşartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst