Wezîr li ser erdheja Meletiyê daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser erdheja li Meletiyê daxuyanî da.

Li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi hêza 5,9 pileyan çêbû.

Serokatiya Bivebiriya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) da zanîn ku navenda erdhejê navçeya Qelayê ye.

AFADê diyar kir ku erdhejê saet 10:46an rû daye û kûrahiya wê 10,07 kîlometre bûye.

“Dest bi xebatan hat kirin”

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya bi rêya hesabê xwe yê Xê li ser erdhejê got:

“Saziyên me yên pêwendîdar dest bi xebatên li qadê kir.”

Alî Yerlîkaya da zanîn ku bajarên li derdorê bi erdhejê hisiyane û got, “Em rûdanan ji nêzîk ve dişopînin.”

Yerlîkaya li ser hebûn an nebûna xisaran tiştek negot.