Li Meletiyê erdhejeke mezin çêbû!

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi hêza 5,9 pileyan çêbû.

Serokatiya Bivebiriya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) da zanîn ku navenda erdhejê navçeya Qelayê ye.

AFADê diyar kir ku erdhejê saet 10:46an rû daye û kûrahiya wê 10,07 kîlometre bûye.

Hat zanîn ku bajarên li derdorê yên wekî Xarpêt, Dêrsim, Êlih, Dîlok û Amedê jî hejiyane.

Xelk ji tirsa erdhejê derketiye derve.

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Meletiyê Samî Er got:

“Heta niha xebera rewşeke neyînî nehatiye ji me re.

Xebatên me yên li qadê berdewam dikin.”