Li Semsûrê qeza: 6 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kolikê ya parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê, du otomobîl li hev qelibîn û di encamê de 6 kes birîndar bûn.

Li ser rêya Kolik û Semsûrê li nêzîkî Taxa Baglarê, şeva borî otomobîla ku ajokarê wê M.T. bû û otomobîla ku şofêrê wê A.Ş. bû li hev qelibîn.

Di qezeyê de her du şofêr û 4 kesên di otomobîlan de birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, tîmên parastina sivîlan û polîs çûn cihê qezayê.

Tîmên tenduristiyê her 6 birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Kolikê.