Parêzgariya Kilîsê li ser avêtina hawanan daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgariya Kilîsê ya Bakurê Kurdistanê li ser avêtina topên hawanan ku ew top ji aliyê Rojavayê Kurdistanê ve hatine avêtin.

Li ser medyaya civakî hatibû îdiakirin ku 2 topên hawanan li Kilîsê ketine.

Parêzgariya Kilîsê li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.

Parêzgariyê diyar kir ku dîmenên pevçûnên ku îro li herêmê derketine yên ji aliyê Rojavayê Kurdistanê ne.

Her wiha parêzgariyê got ku ti êriş li Kilîsê çênebûye.