Ji dara gûzê ket û mir

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê kesekî ku ji dara gûzê ket, mir.

Li gundê Dizê yê Colemêrgê Ebûbekir Yildizê 33 salî ji bo ku gûzan daweşîne hilkişiya ser darê.

Yildiz hevsengiya xwe winda kir û ji dara gûzê ket û bi giranî birîndar bû.

Tîmên tenduristiyê yên ku çûn gund Ebûbekir Yildiz bir Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê.

Li nexweşxaneyê tevî hemû midaxeleyên bijîşkan Yildiz mir.