Erd hejiya, her kes reviya lê ew ma: ‘Li aliyekî mirin, li aliyê din girtîgeh!’

1 demjimêr berê
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Ramazan Şîmşekê nikare ji mala xwe derkeve/Wêne: Rûdaw Grafîk
Ramazan Şîmşekê nikare ji mala xwe derkeve/Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Erdhej Amed Ramazan Şîmşek
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê erdhejek çêbû û li 6 bajaran hate hîskirin.

Xelkê wan bajarên derdora Meletiyê ji ber tirsê xwe avêt derve û bi saetan neçûn malên xwe.

Ramazan Şîmşekê ku 5 meh in bi biryara dadgehê, di mala xwe de zindankirî ye, di erdhejê de di hundirê mala xwe de asê ma.

Ji malê dernekeve mirin û ji malê jî derkeve zindan li hêviya bû.

Ew di navbera xelîl û celîl de ma û bêçare, tikûtenê li benda çarenivîsa xwe sekinî.

Demjimêr 10:46an erdheja ku li Meletiyê pêk hat, li 6 bajarên derdorê hat hîskirin.

Ji ber erdheja bi hêza 5,9 pileyan di serî de li Amedê, li gelek bajaran xelkê ji ber tirsê xwe avête derve.

Xwediyê Pîne Kafeyê Ramazan Şîmşekê ku li kafeya xwe biryara xizmeta bi Kurdî dabû û ev 5 meh in bi biryara dadgehê li mala xwe zindankirî ye.

Ramazan Şîmşek di erdhejê de jî ji ber qedexeyê nikarî derkeve derve.

Ew tikûtenê, li mala xwe, neçar ma li benda çarenivîsa xwe bimîne.

“Di lingê min de kelemce heye”

Xwediyê Pîne Kafeyê Ramazan Şîmşekê ku di mala xwe de zindankirî ye li ser rewşa xwe got:

“Dema erdhej çêbû, ez şaş mam ku çi bikim. Li avahiyê deng dihat, milet dadiket jêr, her kesî berê xwe dida jêr.

Di lingê min de kelemce heye. Li aliyekî tirsa mirinê çêbû, dibe ku avahî were xwarê.

Li aliyê din jî tirsa girtîgehê, heger biçim jêr dibe ku ceza bidin û min bavêjin girtîgehê.

Ez wisa li hundirê malê, sekinî mam.”

Ramazan Şîmşek ji tirsa cezakirinê nikaribû ji malê derkeve lê xelkê jî ji tirsa erdhejê nikaribû biçe malên xwe.

Li hundir jî û li derve jî tirseke mezin hebû.

“Dîwar diçû û dihat”

Şêniyeke Amedê ku tevî zarokên xwe, xwe avêtiye derve anî ziman:

“Welehî nizanim, em tirsiyan. Nizanim em çawa bikin. Ji wê demê ve ez li derve me.

Em biçin jor derdek e, em li jêr bimînin derdekî din e.

Dema erdhej çêbû em li ser taştê bûn, me xwarin dixwar. Zarok gelekî tirsiyan.”

Pîreke şêniya Amedê bi tirs û xof behsa dema erdhejê kir û anî ziman:

“Em peya bûn lê em nizanin em dê çi bikin. Em hemû di bînayê de bûn, leqiya.

Hema dîwar wiha dibû, wiha diçû û dihat.”

Jineke din a ji Amedê jî da zanîn:

“Lawê min bang kir, got dayê erd hejiya. Em jî hatin xwarê.”

6ê Sibata 2023yan li navçeya Bazarcixê ya parêzgeha Mereşê 2 erdhej li ser hev çêbûbûn û 11 bajar dabûn ber xwe.

Di wan erdhejan de herî kêm 62 hezar kes miribûn û bi deh hezaran jî birîndar hebûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst