Serdana Nêçîrvan Barzanî: Dê çi bandorê li pêwendiyên Hewlêr û Enqereyê bike?

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê îro çû Enqereya paytexta Tirkiyeyê.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya serdana xwe de bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan û Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin re civiya.

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê Mehmet Kaya beşdarî bultena Rûdawê bû serdana Nêçîrvan Barzanî ya Enqereyê nirxand.

"Qebareya bazirganiyê dikare bigihêje 30 milyar dolarî"

Mehmet Kaya diyar kir ku têkiliyên Tirkiye û Herêma Kurdistanê her ku diçe xurt dibin û qebareya bazirganiyê dikare bigihêje 30 milyar dolarî.

Her wiha Kaya diyar kir ku serdana Nêçîrvan Barzanî ya Enqereyê hem ji bo pêvajoya çareseriyê û hem jî ji bo têkiliyên herêmî gaveke krîtîk e û wiha pê de çû:

"Ev hevdîtin di her du aliyan de jî girîng e.

Li Tirkiyeyê pêvajoya çareseriyê ya derbarê Kurdan de bêyî ku Kurdên li Başûr û Kurdên li Rojava tevlî bibin, ti şansê wê yê serkeftî û mayînde be nîne.

Eger li herêmê aştî çêbibe, pêwîst e pêwendiyên xwe bi Rêveberiya Herêma Kurdistanê ya Îraqê re baş bikin û derbarê avakirina sîstema nû ya Kurdan a li Bakurê Sûriyeyê divê hin gav werin avêtin."

Li aliyê din, Kaya bal kişand ser wê yekê ku di navbera hinarde û pêvajoya aştiyê de têkiliyeke xurt heye û sala 2014an dema pêvajoya aştiyê dewam dikir rêjeya îxracatê gihîştibû 14 milyar dolarî.

Her wiha Kaya diyar kir ku aştî bandoreke erênî li bazirganiya bi welatên cîran re dike û got ku hecma bazirganiya Tirkiyeyê ya bi Herêma Kurdistanê re dikare bigihêje 30 milyar dolarî.

"Em dixwazin vîze bi temamî were rakirin"

Kaya amaje bi wê yekê kir ku maufiyeta vîzeyê dê bazirganiya di navbera her du welatan de zêdetir bike.

Her wiha Kaya anî ziman ku bi temamî rakirina vîzeyan hêviya wan a sereke ye û bi vî awayî tûrîzma tenduristî û çandî dê gelekî zêde bibe.

Deriyên sînorî û geştên asmanî

Kaya li ser pirsgirêkên veguhastinê jî axivî û got:

"Divê geştên asmanî yên ji Hewlêrê ber bi Tirkiyeyê ve dest pê bikin û ji bo qebareya bazirganiyê zêde bibe divê kapasîteya deriyên sînorî yên Xabûr û Îbrahîm Xelîlê were zêdekirin."

Parlamenterê berê yê Amedê yê AK Partiyê Abdurrahman Kurt jî ji Rûdawê re serdana Nêçîrvan Barzanî ya Enqereyê şîrove kir.

Abdurrahman Kurt diyar kir ku xurtkirina pêwendiyên Tirkiyeyê yên bi Herêma Kurdistanê re "hem di navbera Kurdên Tirkiyeyê û hem jî di navbera Kurdên herêmê de pêwendiyên kûr û mayînde çêdike".

"Têkiliyên dostane yên Tirkiyeyê bi Birêz Barzanî re her tim xurt bûn"

Abdurrahman Kurt da zanîn:

"Têkiliyên dostane yên Tirkiyeyê bi Birêz Barzanî re her tim xurt bûn.

Kurdên li Tirkiyeyê rêzeke mezin ji Birêz Barzanî re digirin û alîkariyên wî yên ji bo pêvajoyê hem ji aliyê madî ve, hem jî ji aliyê manewî ve gelekî girîng in."

Her wiha Kurt diyar kir ku berê pêvajoya çareseriyê ji aliyê PKKyê ve hatiye sabotekirin û wiha got:

"Lê mixabin PKK pêşiya pêvajoya çareseriyê girt û me derfeteke 100 salî ya li herêmê ji dest da.

Di pêvajoyeke nû de, pêkanîna aştiyê bi beşdariya pêkhateyên siyasî yên Kurd, mirovên aqilmend û hêzên azadîxwaz ên herêmê, wê di berjewendiya her kesî de be."

Abdurrahman Kurt diyar kir ku "xurtkirina pêwendiyên Tirkiyeyê yên bi Îraq û Kurdistanê re dibe sedem ku têkiliyên bi Kurdên Tirkiyeyê re werin xurtkirin".

Kurt diyar kir ku ev bandor ne tenê li ser Kurdên Tirkiyeyê ye, "dê bandoreke bi heman rengî li Kurdên Sûriyeyê û herêmên din jî bike".

"Hatina Nêçîrvan Barzanî gelekê biqîmet e"

Li aliyê din Parlamenterê Serbixwe yê Stenbolê Salîm Ensarîoglu serdana Nêçîrvan Barzanî nirxand û got:

"Hatina Serok Barzanî ya Tirkiyeyê di vê rewşê de gelekî biqîmet e.

Hatineke gelekî binirx e, em dê wî bi mêvanperweriya xwe pêşwazî bikin."

Salim Ensarioglu derbarê pêvajoya çareseriyê de wiha axivî:

"Divê êdî nîqaş ne bi çekan, bi diyalog û li parlamentoyê be."

Ensarîoglu diyar kir ku kêmasiyên maf û azadiyên demokratîk ji bo hemû pêkhateyên Tirkiyeyê pirsgirêk e û wiha pê de çû:

"Divê em Pirsa Kurd nîqaş bikin û hevdû tehemul bikin."