WAN - 2 kom bi dar û beran bi hev ketin: Xelkê dikanên xwe girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê du kom bi dar û keviran pev çûn.

Li gorî dîmenên ku hatine belavkirin li navenda parêzgeha Wanê di navbera du koman de ji ber sedemeke ku heta niha nayê zanîn pevçûn derket.

Her du aliyan bi dar û keviran êrişî hev kir.

Li ser agahdarkirinê polîs çûn cihê bûyerê û ew ji hev veqetandin.

Ji ber ku pevçûnê demeke dirêj berdewam kiriye xwediyê dikanên li derdorê ji bo ku zerer negihêje, dikanên xwe girtine.

Piştî bûyerê polîsan li derdorê tedbîrên ewlehiyê standin.