Kê li ser serdana Nêçîrvan Barzanî ya Enqereyê çi got?

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Enqere Recep Tayyîp Erdogan Îhsan Aktaş Oytun Orhan Bîlgay Duman
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê îro çû Enqereya Paytexta Tirkiyeyê.

Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya serdana xwe de biSerokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan û Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin re civiya.

Serokê GENARê Îhsan Aktaş beşdarî bultena Rûdawê bû û serdana Nêçîrvan Barzanî ya Enqereyê nirxand.

Aktaş diyar kir ku dê di hevdîtinan de gelek mijar bên gotûbêkirin lê du ji wan gelekî giring in yek ji wan aramiya Îraqê û Rêya Bipêşketinê ye.

Ya duyem jî "pirsa PKKyê ye ku ev 40 sal in berdewam dike û di van demên dawî de Herêma Kurdistanê jî car caran jê derbe dixwe.

Her wiha Aktaş diyar kir ku ji dema Turgut Ozal ve pêwendikeye baş a Tirkiyeye bi Herêma Kurdistanê re heye û ji ber vê yêkê dê gelek mijarên li nav hev ketine bên axaftin.

Pêvajoya çareseriyê

Li ser têkçûna pêvajoya çareseriyê jî Îhsan Aktaş got, "Tirkiye  bi neyeteke pir baş ket pêvajoya çareseriyê û wekî dewlet ji bo çareserkirina pirsgirêkê tiştê ji destê wê hat hewl da.

Lê gefa li ser pêvajoya çareseriyê ne ji raya giştî ya Tirkiyeyê lê ji derve hat."

Aktaş îdia kir ku wê demê Amerîka, Îran û Talebanî PKKyê ji vê pêvajoyê çareseriyê verandiye.

Li Aliyê din, li pêvajoya nû ya çareseiyê Aktaş diyar kir ku dê li Tirkiyeyê maf û nirxên demokratîk bên zêdekirin û dê hemû alî para xwe jê wergirin.

Aktaş got, "Tirkiye her tim dixwaze pirsgirêkên xwe yên navxweyî bi qanûn û bi zêdekirina nirxên demokratîk çareser bike.

Ez di vê mijarê de li xala çareseriyê nizanim dê pêvajo çawa bimeşe lê ez di wê baweriyê de me ku di navbera Tirkiye û Hikûmeta Herême têgihiştineke hevpar heye."

Bîlgay Duman: Tirkiye jî dê van hilbijartinan ji nêz be bişopîne

Koordînatorê Xebatên Îraqê yê ORSAMê Dr. Bîlgay Duman hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Recep Tayyîp Erdogan ji Rûdawê re nirxand.

Dr. Bîlgay Duman amaje bi wê yekê kir ku diyaloga di navbera Enqere û Hewlêrê de di rastiyê de têkiliyên berfireh, berjewendî û tehdîdên berfireh re eleqedar dibin.

Duman got, "Niha ez difikirim ku têkilî pir bi hev ve girêdayî ne.

Ev têkilî ji tiştên ku li herêmê diqewimin ne dûr in. Ji ber vê jî di vê wateyê de serdana birêz Nêçîrvan a Tirkiyeyê girîng e.

Helbet ji aliyê din ve li herêma Kurdistanê jî hilbijartin heye.

Ev hilbijartin wê bibin hilbijartinên ku Tirkiye wê ji nêz ve bişopîne.

Tirkiye jî çavdêrên navneteweyî dişîne herêmê. Loma jî ji nêz ve dişopîne.”

Li aliyê din Duman amaje bi wê yekê kir ku Tirkiye giringiyê dide aramiya Herêma Kurdistanê û serdana Nêçîrvan Barzanî nîşana wê yekê ye.

Oytun Orhan: Tirkiye dê bixwaze vê herêmê ji pevçûnan dûr bixe

Lêkolînerê ORSAMê û Pisporê Rojhilata Navîn Oytun Orhan jî li ser hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Recep Tayyîp Erdogan got:

"Dema ku em di çarçoveyek giştî de lê binerin, tê dîtin ku ew bi nêzîkbûn û geşepêdana têkiliyên Enqere û Hewlêrê yên vê dawiyê ve girêdayî ye.

Ji ber ku ev ne serdana yekem a birêz Barzanî ye. Dibe ku di demek nêzîk de serdanên bi vî rengî yên hevbeş dîsa çêbibin.

Têkiliyên Tirkiyeyê yên li vir, hevkariya enerjiyê û berjewendiyên bazirganî hene. Ji ber vê yekê, Tirkiye dê pêşniyar û daxwazên xwe ji bo vê herêmê ragihîne ku heta ku ji destê wan tê ji vê nakokiyê dûr bimîne, yanî ne li aliyê Îsraîl û Îranê be.

Bi qasî ku tê dîtin, Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî li ser xetekê ye ku hewl dide vê hevsengiyê biparêze."

Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê

Li ser hilbijarttinên Parlamentoya Kurdistanê jî Oytun Orhan diyar kir ku ji aliyê demkî ve serdana Nêçîrvan Barzanî ya Enqereyê beriya hilbijartinan girîng e, ji ber ku nîşan dide ku têkiliyên her du welatan çiqasî nêzîk in an jî têkiliyên di navbera hikûmeta herêmê û Tirkiyeyê de çiqas giring in.

Orhan diyar kir ku dê Tirkiye di pêvajoya hilbijartinê û piştî hilbijartinan de roleke wê ya bi bandor hebe.

"Hewlêr di pêvajoya çareseriyê de aktor bu"

Li ser pêvajoya çareseriyê û rola Hewlêrê Oytun Orhan got:

"Dema mirov li pêvajoya çareseriyê ya berê dinêre, rêveberiya Hewlêrê jî di vê wateyê de aktor bû.

Di vî warî de helbet beşdariya Hewlêrê gelekî girîng bû û rêveberiya Hewlêrê jî di wê pêvajoya çareseriyê de alîkariyeke mezin da.

Eger careke din pêvajoyek wiha bê meşandin, helbet Tirkiye dê bi aktorên Kurd ên ne PKKyî yên li herêmê re bixwaze vê pêvajoyê bimeşîne."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst