Li Bedlîsê birûskê li trafoya elektrîkê xist: 5 kes birîndar bûn

6 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Bedlîs Birûsk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Hîzanê ya parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê birûskê li trafoya elektrîkê xist û 5 kes birîndar bûn.

Li gundê Kutusa Jorê yê Hîzanê birûskê li trafoya elektrîkê xist.

Ji ber birûskê Bayram Erem (17), Fîkrî Arici (25), Abdulmenaf Onal (19), Yusuf Kara (14) û Eyup Zamur (17) birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hîzanê.

Birîndar piştî midaxeleya ewil a li wir sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwanê hatin kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst