Malbata wê cenazeyê Rojînê wergirt

Hewlêr (Rûdaw) - Malbata wê cenazeyê Rojînê wergirt û ber bi Amedê ve bi rê ket.

Rojîn Kabaîş ji 27ê Îlonê ve winda bû û doh termê wê li peravên Gola Wanê hat dîtin.

Tîmên pêwendîdar lêkolîna ewil li peravê kir û paşê jî term ji bo karên otopsiyê veguhast Saziya Tiba Dadî ya Wanê.

Bavê wê Nîzamettîn Kabaîş û xizmên wan dema li ber Saziya Tiba Dadî bûn rondikên xemê barandin.

Malbatê piştî karên otopsiyê cenazeyê Rojînê wergirt û berê xwe da Amedê.

Li Amedê hat veşartin

Cenazeyê Rojînê vê sibehê li Goristana Yenîkoyê ya Amedê hat veşartin. 

Xizmên Rojînê dema veşartina wê zêmarên dilşewat gotin.

Çi bûbû?

Rojîn Kabaîşê 27ê Îlonê ji hevalên xwe re gotibû ku dê here peravên golê û keviran kom bike.

Rojîn Kabaîş xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê bû.

Piştî rojekê ku telefona wê li peravên golê hatibû dîtin li nav golê ji bo dîtina wê dest bi lêgerînê hatibû kirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya doh ragihand ku cenazeyê wê li peravên Gola Wanê hatiye dîtin.