Salih Gedo: Di dijminatiya dewleta Tirk de ti berjewendiya me nîne

16-10-2023
Salih Gedo / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Salih Gedo / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Êrişên Tirkiyeyê Rojavayê Kurdistanê Salih Gedo Besam Ishaq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Tirkiyeyê di çend rojên borî de êrişên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê zêde kirine.

Ev êrişên Tirkiyeyê li heremê bûn sedema nêrîn û karvedanên cuda yên aliyên siyasî.

Sekreterê Partiya Çep a Demokrat a Kurd a Sûriyeyê Salih Gedo, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, “Ti berjewendiya Tevgera Kurdî û Rêveberiya Xweser nîne ku dijminatiya dewleta Tirk bikin.”

“Kuştina zarokan û kuştina sivîlan”

Salih Gedo da zanîn ku êrişên Tirkiyeyê wêrankariyê bi xwe re tînin û got:

“Êrişên Tirkiyeyê, kuştin û wêrankirin… We dît, di van rojên dawiyê de êrişî jêrxaneyê kir. Tirkiyeyê li av, kareba, firûn û petrolê xist. Herwiha kuştina zarokan û kuştina sivîlan.

Em wekî Rêveberiya Xweser, wekî Tevgera Kurdî ji aliyê xwe ve dixwazin ev mesele bi dawî bibin. Ti berjewendiya me tê de nîne ku em em dijminatiya dewleta Tirk bikin ku cîranê me ye.”

Nûnerê Encûmena Sûriyeya Demokratîk ê Washingtonê Besam Ishaq, ji Rûdawê re ragihand ku bi berdewamiya van êrişan re guherîna demografîk û pêvajoya koçberiyê zêdetir dibin.

“Êriş jêrxaneyê ji holê radikin”

Besam Ishaq jî li ser êrişên Tirkiyeyê wiha got:

"Helbet ev êriş ji aliyekî ve, jiyanê radiwestînin û tirsê li cem sivîlan li navçeyê çêdikin.

Herwiha jêrxaneyê û xizmetguzariyên sereke yên ku Rêveberiya Xweser pêşkêşî xelkê herêmê dike yên wekî av, gaz û karebayê ji holê radikin.

Ev yek ji astengiyê bêhtir e, ew pêvajoyek e da ku xelk ji navçeyên xwe derkeve.

Bi hemû awayî ev pêvajoyeke nehiştina neteweyî ye. Dîsa binpêkirineke eşkere û zelal a mafên mirovan e.”

Tirkiyê ji 4ê ve mehê ve êrişên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê zêde kirine.

Hevserokê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd ragihand ku di êrişên Tirkiyeyê 182 pêgeh hatine îmhakirin.

Bedran Çiya Kurd herwiha da zanîn ku di van êrişan de 2 milyon kes bê av û kareba mane.

Çiya Kurd amaje bi ziyanên canî ji kir û diyar kir ku Tirkiyeyê 2 nexweşxaneyên mezin ên ku 360 hezar kesî sûd ji wan didît û 48 dibistan jî wêran kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst