Rûdawê anîbû rojeve: Keça 13 salî vegeriya cem malbata xwe

16-10-2023
RÛDAW
Keça 13 salî Biryana Hecî Elî
Keça 13 salî Biryana Hecî Elî
Nîşan Biryana Hecî Elî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê keçeke 13 salî ku ji aliyê Kongreya Star ve hatibû birin, piştî nûçeya Rûdawê vegeriya cem malbata xwe.

Ehmed Hecî Elî yê bavê keça 13 salî ku xelkê Dirbêsiyê ye bûbû mêvanê Rûdawê û diyar kiribû ku di 3yê Çiriya Pêşînde hevjîna wî û keça wî ya bi navê Biryana li bajarê Dirbêsiyê hatine revandin.

Piştî wê bi çend demjimêran hevjîna wî hatiye berdan lê keça hatibû birin.

Li gorî malbatê Biryana Hecî Elî ya 13 salî ku ji aliyê Kongreya Star ve hatibû birin û piştî nûçeya Rûdawê ji bo malbatê hate vegerandin.

Malbata Biryana Hecî Elîyê ji Rûdawê re ragihang ku keça wan îro vegeriyaye cem wan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst