Hikûmeta Sûriyeyê wêneyê Pira Eyn Dîwarê li ser pasportê zêde kir

16-10-2023
RÛDAW
Pira Eyn Dîwarê
Pira Eyn Dîwarê
Nîşan Pira Eyn Dîwarê Pasaporta Sûriyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Sûriyeyê wêneyê Pira Eyn Dîwarê li ser pasporta nû ya Sûriyeyê zêde kir.

Di dîroka Sûriyeyê de ev cara yekem e ku wêneyekî ji Rojavayê Kurdistanê li ser pasportê zêde kiriye.

Hikûmeta Sûriyeyê wêneyê Pira Eyn Dîwarê li ser rûpelên 24 û 25 ên pasaportê daniye.

pasporta nû ya Sûriyê 24 û 25 çap kir, di dîroka wî welatî de cara yekemîne ku tiştekî wiha çêdibe.

Pira Eyn Dîwarê li ser Çemê Dîcleyê hatiye avakirin û 7 km dûrî gundê Eyn Dîwarê ye Dêrikê ye.

Dirêjahiya Pirê 141 metre ye û piraniya wê rûxiya ye.

Pira Eyn Dîwarê xala girêdana bazirganiyê ya di navbera bakur û başûr de bû.

Der barê dîroka vê pirê de gelek nêrîn hene. Li gorî hinek çavkaniyan dîroka avakirina wê vedigere sedsala duyem a zayînê.

Li gorî serdemên dîrokî navên cûda li vê pirayê hatine kirin weke: Pira Eyn Dîwarê, Pira Bazbedê, Pira Cizîra Îbn Omerê, Pira Yafîsê, Pira Zenkiyê, Pira Dîcleyê û di kovara Hawarê ya Mîr Celadet Bedirxan de jê re Pira Bafitê hatiye gotin.

Ji sala 2016an ve Tirkiyeyê dest danî ser zeviyên derdora wê pirê û nahêle cotkar nêzîkî zeviyên xwe bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst