Li Wanê ambulansê qeza kir: Nexweş birîndar bû!

16-10-2023
RÛDAW
Nîşan Wan Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ambulansa ku ji parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê nexweş dibir Wanê li navçeya Payîzavayê ya Wanê qeza kir.

Di bûyerê de nexweş, 2 karmendên tendirustiyê û şofêrê ambulansê birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan, ambulansa ku nexweşek ji Colemêrgê dibir Wanê ji ber baranê li navçeya Payîzavayê ya Wanê ji rê derket û qeza kir.

Di bûyerê de nexweş, 2 karmendên tenduristiyê û şofêrê ambulansê birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînan a Wanê.

Hat ragihandin ku derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst