Nêçîrvan Barzanî û Matthew McFarlan çaksazî û yekkirina hêzên Pêşmerge gotûbêj kirin

Hewler (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê civiyan û her du aliyan teqezî li ser berdewamiya hevkarî û piştevaniya hevpeymaniya navdewletî ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kirin. Her wiha proseya çaksazî û yekkirina hêzên Pêşmerge gotûbêj kirin.

Serok Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Yekşemê 16ê Cotmeha 2022an pêşwaziya Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê Matthew McFarlane şandeke pê re kir.

Li gorî daxuyaniya Serokayetiya Herêma Kurdistanê, di civînê de pêşhatên dawî yên ewlehiyê, metirsiya terorê û şerê li dijî DAIŞê li Iraq û Sûriyê jî hatin gotûbêjkirin, her wiha “proseya çaksazî û yekkirina hêzên Pêşmerge gotûbêj kirin.”

Hat ragihandin ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê Matthew McFarlane teqezî ji bo bidawîkirina DAIŞê li ser berdewamiya hevkarî û piştevaniya Iraq û Herêma Kurdistanê kirin.

Di civînê de behsa mayîna Hêzên Hevpeymanan li Iraqê û Herêma Kurdistanê hat kirin û Matthew McFarlane teqezî li ser pabendbûna Hevpeymaniya Navdewletî li ser berdewamiya piştevaniya Iraq û Herêma Kurdistanê di şerê dijî terorîstan de kir û her du aliyan hevkarî û hemahengiya di navbera artêşa Iraqê û Pêşmerge bo şerê DAIŞê pêwîst dîtin.

Di beşeke din a civînê de ku Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl jî beşdar bû li ser pêvajoya siyasî ya Iraqê, hilbijartina serokomar û destnîşankirina serokwezîr ji bo pêkanîna kabîneya nû û pêşhatên dawî yên li navçeyê hatin gotûbêjkirin.