Parlamenterê Suriyê: Ti ferq di navbera Tehrîr el-Şam û grûpên çekdar ên din de nîne

16-10-2022
Xalid Cemîl Mihemed
Parlamenterê Suriyê: Ti cudabûn di navbera grûpên çekdar de nîne
Parlamenterê Suriyê: Ti cudabûn di navbera grûpên çekdar de nîne
Nîşan Efrîn Grûpên Çekdar Desteya Tehrîr el-Şam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Demkî ya opozîsyona Sûriyê di debrarê bûyerên Efrînê de dibêje “Rewş bi ewle ye û tiştek rû nedaye û kontrola hikûmeta demkî li ser Efrînê heye.” Parlementerê Sûrî Mihemed Ehmed ji Tora Medyayî ya Rûdawê got “Destdanîna ser bajarê Efrînê bi hevahengiya di navbera Desteya Tehrîr el-Şam û Tirkiyê de ye. Ti cûdabûn di navbera grûpên çekdar de nîne”

Piştî şerekî giran ê di navbera grûpên çekdar de li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, hêzên Desteya Tehrîr el-Şam îro derbasî navenda bajarê Efrînê bûne û bajar kontrol kirine.

Bajarê Efrînê û derdora wê ketiye bin destê çekdarên grûpa bi navê Desteya Tehrîr el-Şam.

Parlementerê Sûrî Mihemed Ehmed ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku, destdanîna ser bajarê Efrînê bi hevahengiya di navbera Desteya Tehrîr el-Şam û Tirkiyê de ye. Parlameter herwiha got, ti cudabûn di navbera wan grûpên çekdar de nîne, lê belê hemû ser bi terorê ne û hemû jî bi piştgiriya Tirkiyê liv û tevgerê dikin.

Hevdem berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Hikûmeta Demkî ya Sûriyê ragihand ku, bajarê Efrînê di destê Hikûmeta Demkî ya Sûriyê de ye.

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Hikûmeta Demkî ya Sûriyê dibêje “Em valabûna bajêr ji hemû sîmayên leşkerî û grûpên çekdar, aliyê ku ewlekarî û asayîşê li wî bajarî diparêze, endamên polîsên leşkerî û sivîl in û heta niha karê xwe bi temam û birêkûpêk encam didin. Em tekez dikin ku bajar ser bi Hikûmeta demkî ya Sûriyê ve ye û hemû wezaret û saziyên wê amade ku xizmetguzariyan bi awayekî baş pêşkêşî welatityan bikin. Em tekez dikin ku rewş ewle ye û hemû welatî bi erkê xwe radibin û pêdviyên xwe bi awayekî ewle û aram peyda dikin.”

Li gorî zanyariyên ku ji Efrînê hatine bidestxistin, egera êrîşeke nû ya Desteya Tehrîr el-Şam heye, ji bo dorpêçkirina Ezazê jî, bi mebesta destdanîna ser wê navçeyê jî.

Endamekî Îtîlafa Opozisyona Sûrî, ku Kurdê Efrînê ye, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa pêşhateyên nû kiriye.

Endamê Îtîlafa Opozisyona Sûriyê Ehmed Hesen got “Ji xelkê Efrînê re Cebhet El-Nusre ne ku ez pesnê wê didim lê li Idlibê wek tiştê heyî em ji xelkê wê derê, kesên ku diçin wê derê û tên dibêjin ewlehî û aramî li wê derê heye, sîstemek heye û tiştên ku li wê derê ji sivîlan re bikar tînin vehsiyayîne, ji ber ku li wê derê dizî tine, çeteyîtî û tiştên din tinin. Ev hatin wê bi mêjiyekî vê herêmê kontrol bikin.”

Ji roja Pêncşemê, 13yê vê meha Cotmeha 2022yan ve, Desteya Tehrîr el-Şam dest daniye ser bajarê Efrînê û derdorê, li beramber jî, grûpên çekdar ên ser bi hêza naskirî bi navê Artêşa Niştimanî ya Sûrî ku Feyleqa Sêyem hêza sereke ye jê, wiha jî grûpa bi navê Ceyş el-Islam û  el-Cebhe el-Şamiye ku hêzên sereke ne ji Feyleqa Sêyem, di encama wê rewşê de, ji Efrînê ber bi bajarê Ezazê ve çûn, ku dikeve bakurê Sûriyê û rojhilatê Efrînê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst