Mele Enwer Kiliçarslan: Miletên cîhanê çi maf hebin em wan ji bo Kurdan jî dixwazin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Yekitiya Zanayên Olî û Medreseyan Mele Enwer Kiliçarslan ragihand ku “Çi maf ji Tirkan, Ereb, Farsan û miletên li ser rûyê erdê re hebin, em wan ji bo Kurdan jî dixwazin. Em dixwazin zimanê Kurdî bibe fermî.”

Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê konferansa 7emîn Hevdîtina Alimên Ola Îslamê di rojên 16-17 ên Cotmehê de birêve çû.

Di Konferansa Zanayên Olî de, ji bilî çend welatên Rojhilatê Navîn weke Tirkiye, Efxanistan, Sûriye, Libya, Lubnan, ji Bakur, Rojava, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê bi dehan zanayên olî amade bûn.

Yek ji beşdarê 7emîn Hevdîtina Alimên Ola Îslamê li Amedê, Serokê Yekitiya Zanayên Olî û Medreseyan Mele Enwer Kiliçarslan bû û wî bersiva pirsên Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Amedê Maşallah Dekak ên derbarê pirsa Kurd de dan.

Mele Enwer Kiliçarslan diyar kir ku piraniya beşdariyan her çend zanayên olî yên ji her çar perçeyên Kurdistanê be jî, lê hejmareke beşdervan ji Tirkiyê û welatên derdorê hebûn û got: “Em piranî li ser alimên Kurd sekînin, lê alimin din jî kê xwestibe beşdar bibe, me ew vexwendine. Welatên kifrê weke Ewropa, Amerîka û krîstiyan, yahudî, sosyalîst û komunîst gelek li ser Kurdan dixebitin da ku Kurdan ji çanda bav û kalên û ji pirtûka û reb û pêxemberên wan dûr bixe.”

Kiliçarslan amaje bi wê yekê kir ku kesên oldar her çi Kurd, Tirk, Fars an jî Ereb in zilim li wan tê kirin û got: “Niha ji berî her tiştî ji bo Kurdan bawerî pêwîst e, eger mirov baweriya xwe neparêze di nav zîv û zêr de jî be ew yek mirovan xilas nake. Ev heft sal in em vê civînê çêdikin û derdên Kurdan ji aliman re dibêjin.”

Derbarê mafê Kurdan de jî Kiliçarslan got: “Çi maf ji Tirkan, Ereb, Farsan û miletê li ser rûyê erdê re hebin em wan ji bo Kurdan jî dixwazin. Em dixwazin zimanê Kurdî bibe fermî û dewleta wan jî hebe. Minak li Tirkiyê ji berê ve peyva Kurdistanê hate qedexekirin. Em naxwazin peyva Kurdistanê bibe sedema cihêtiyê. Bibêjin herêma Kurdan deng nakin, lê bibêjin Kurdistan qebûl nakin. Ma çi cuûdahiya van heye. Ev ji hesasiyeta nijadperestiya Tirkan tê. Me berî çend salan jî digot alimên Kurdistanê, lê me paşê civîn kir, me got ku madem devlet nerazî ye em wisa nebêjin. Heta van salan jî Tirkên nijadperest hebûna Kurdan qebûl nedikirin û digotin ku Kurd jî beşek ji Tirkan e. Kurdî niha ne nêzîkî Tirkî ye, lê nêzîkî farsî ye.”

Kiliçarslan diyar kir ku ew dixwazin neheqî bi dawî bibe û got: “Niha dewletên wek Ewropa û Amerîka hewl didin kurdan ji bo xwe bi kar bînin û Tirk jî jê ditirsin. Amerîka xêra Kurdan naxwaze. Dibêje li Tirka, Ereb û Farisan bixin. Ew dixwazin Kurdan wekî qereqol bi kar bîne. Ji ber vê jî Tirk ji Kurdan ditirsin.”

Serokê Yekitiya Zanayên Olî û Medreseyan herwiha anî ziman ku di heyama desthilatdariya AK Partiyê de rê li ber zimanê Kurdî hate vekirin û televîzyon, radyo, kovar, rojname û stranên Kurdî serbest bûne û got: “Eger şer neba û PKKê şer nekiriya niha gelek pêşketin dê heba.”